Polîsê Helsingborg û Stockholmê avête ser serverên keleş yên girêdayî malpera undertexter.se. Ev nivîs di fîlman de weke werger têne bikar anîn û ji ser înternetê tên belavkirin.
Pêşî polîs duh li bajarê Helsingborg avête ser adresekê da ku databasa malperê bi dest bixe. Piştre polîs li Stockholmê jî avête ser adreseke din û kesek bi gumanbariya ku xwediyê malperê ye hate binçavkirin.