Di nava du salan de faktoreke nû ya bi hêz dikeve nav kultura swêdî de. Ew jî şîrketên ku lottoyan difiroşin e. Li gor bernameya Kulturnytt ya Radyoya Swêdê di nava van du salan de weqifa PostkodLotteriet ku lîstikên mîna loto û bingo difiroşe 260 mîlyon kron diyarî fîlm û şano kiriye.
Berpirsê giştî yê PostkodLotteriet Niclas Kjällström-Matseke vêya weke wergirtina berpirsiyariyeke civakî dinirxîne.