Şevê din li Sjuntorp ku derveyî Trollhättan dikeve agir bi çiftlikekê ket û nêzîkê 1200 berazî şewitîn. Heta ku îtfaîye giha çiftlikê du axur bi temamî şewitîbûn û herçend 850 beraz ji mirinê filitîn jî ji nîvê berazan pirtir di çiftlikê mirin.
Derheqê derketina êgir de polîs vekolînek daye destpêkirin.