Yekşemê 15 îlonê, september, dê hilbijartina dêra swêdî li dar bikeve. Di wê rojê de dê nêzîka pênc milyon endamên dêra swêdî karibin dengê xwe bidin nûnerên xwe, hem yên herêmî û hem jî bo kombûna netewyî ya dêrê jî. Lê hilbijartina dêra swêdî bi kêmbûna hejmara beşdaran û rexneyên hember bandora berfireh ya partiyên siyasî li dêrê ketiye rewşeke dijwar de. Yek ji rexnegiran, keşeyê berpirs yê berê Karl-Erik Tysk e:
↧