Gellek jinên ku ji rojhilata navîn û ji Afrikayê koçê Swêd kirine, di laşê wan de vîtamîna D kêm e. Sedemên herî girîng jî, ji xarin û awayê xwe dayîna tavê ye.
Eva li gor lêkolînekî ku ji alîyê nexweşxaneya Gottsunda li bajarê Uppsala hatiye kirin û di kovara ilmî ya bi navê Food and Nutrition Research de hatîye weşandin.
Åsa Rygård Konde ji Daireya xarinê ye.