Vîruseke nû ya enfluensayê bi navê H7N9 ku li Çînê hatîye peyda kirin nîşanên endîşedêr diyar dike, bi texmîna ku di temamê cîhanê de kare belav bibe. Lêkolîneke nû zelal dike ku ev vîrus bêhtir xwe li gor rêyên nefesa mirovan guncandîye û ku em mirov hember vê vîrusê danberhev bi vîrusên enfluensayê yên din re yekcar bê bergirî û parastina laşî ne.
↧