Hemû zarokên koçber ku nû ji Sûrîyê tên Swêdê dikarin aşîya li hember felca zarokan (polio) bistînin. Vê agahîyê Enstîtuya Parastina ji şewban di malpera xwe de diweşîne.
Heta niha li Sûrîyê 13 zarokên ku bi vê nexweşîyê ketine eşkere bûne. Rêxistina Tendurustîya Cîhanî WHO û meqamên ewrûpî hişyarîyê didin ku nexweşî bi rêya koçber û revendên ji Sûrîyê li cîhanê jî dikare belav bibe. NY li Sûrî û dewletên cîran dest bi tedbîrên berfireh kiriye.