Partîya Jîngehê (MP) û Partîya Çep (V) rayên xwe zêde dikin û Demokratên Swêdê jî paşde diçin. Ev encama SIFO ya lêpirsîna raya giştî ya dawî ye.
Ji bilî Demokratên Swêdê sê partîyên din ku desteka ji bo wan kêm dibe Sosyaldemokrat, Partîya Navendê û Demokratên Xiristîyan in. Desteka ji bo Demokratên Xiristîyan ewqas kêm bûye ku ew daketîye bin %4ê.